Tebax 24, 2020 19:25 Asia/Tehran
  • Tîmeke terorîstî li bakurê rojavayê Îranê hat jinavbirin

Beşa peywendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand ku navbera têkoşerên vê biryargehê û tîmeke terorîst li Makûyê li bakurê rojavayê Îranê pevçûn derketiye û ev tîma terorîstî ji nav çûye.

Beşa peywendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro Duşem bi daxuyaniyekê ragihand, tîmeke terorîstî ya dijî Înqilabê ya ser bi istikbara cîhanî ku dixwest bikeve nav kûrahiya axa welatê me, li navçeya gelemperî ya Makûyê kete tûra têkoşerên Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S).

Li gorî vê raporê, di pevçûna navbera vê tîma terorîstî û têkoşerên Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) da her sê endamên vê tîma terorîstî hatin kuştin.

Beşa peywendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) her wiha ragihand: Di vê pevçûnê da hejmareke berbiçav a çek, amûr û alav, muhîmat û sîstemên têkiliyê ji terorîstan hat zeftkirin.

 

 

 

Serepeyv