Tebax 24, 2020 16:54 Asia/Tehran
  • Heta îro 24ê Tebaxê; Zêde ji 311 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 361 hezar û 150 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 311 hezar û 365 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2245 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 361 hezar û 150 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 133 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 20 hezar û 776 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 23 miliyon û 585 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 812 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 16 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv