Tebax 23, 2020 22:14 Asia/Tehran
  • Peyama vîdeoyî ya Zerîf derbarê derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî û pêngavên wê ên terse

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi weşandina wîdeoyekê li ser Twitterê, bal kişandiye ser derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî û pêngavên wê ên terse ku bona van kiryarên xwe naveroka Peymana Navokî ya ku red kiriye dike belge.

Li gor IRNA, Zerîf duh êvarê di vê peyama xwe de ev pirs kiriye ku gelo Amerîka çi heqê xwe heye wek endamekî Peymana Navokî dest datîne ser biryarnama 2231 ya Konseya Ewlehiya Navneteweyî û wê ji bo kiryara xwe ya dijî Îranê dike belge? Eva di rewşekê ye ku bi xwe ev peyman red kiriye.

Zerîf di vê peyama xwe de beşek ji gotinên serokomarê Amerîkayê Donald Trump  ya li 8 Gulana 2018 jî weşandiye ku tê de Trump gotiye: "Îro ez radigehînim ku Amerîka ji Peymana Navokî ya bi Îranê re derdikeve".

Zerîf herwiha bal kişand ser hewldana Amerîkayê ji bo pejirandina biryarnamê li dijî Îranê li Konseya Ewlehiya NY  ku ji ber dijberiya 13 endamên vê konseyê ew hat redkirin. Her çend ku Waşîngtonê gelek zext û zor anîn ser endamên vê konseyê ku biryarnama pêşniyar kirî ya wê bi pejirînin, lê ew neketin bin barê zorê.  

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê  di peyama xwe de dibêje: Amerîka piştî derketina eşkera û fermî ji Peymana Atomî (navokî) û ji biryarnama 2231, êdî nikjare xwe li gor wê biryarnamê heqdar bizane û li gor xala biryarnamê ya  ku li gor berjiwendiya wê ye bixebite. 

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja pêncşemê bi şandina namekê ji bo serokê Konseya Ewlehiyê ya NY , Îran tawanbar kiribû ku Peymana Navokî binpê kiriye û bi fermî xwestibû ku bila ambargoyên vê Konseyê yên li dijî Îranê dîsa vegerin.

Eva karê wî rojekê piştî redbûna biryarnama pêşniyarkirî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê li Konseya Ewlehiya NY bû ku sê welatên ewropî yên endamên Peymana Navokî  (Brîtanya, Fransa û Almanya)  piştî vê kiryara Pompeo bi şandina daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ew ji karê Amerîkayê ya aktîvkirina Mekanîzma Kişokê  piştgiriyê nakin.

Serepeyv