Aşkirakirina mercê tevlibûna HSDê di nav artêşa nû da
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê ``avakirina artêşeke pispor u berfire`` wek mercê tevlibûna HSDê di nav artêşa nû de ragihand.
Rohilat Efrînê tekez kir: Hêzên me karîn DAIŞê têk bibin û ezmûnên mezin hene, lewma tevlikirina wan di nav artêşê da divê di çarçova pêngavên ku ji her alîyî va hatine nirxandin û mekanîzma leşkerî da pêk were.
Rohilat Efrînê herwiha pêgirî kir: HSD ji bo hemî bijareyan amade ye ta ku yekitîyeke demokiratîk û nemerkezî li Sûrîyê were garantîkirin û em pabendê muzakireyan in û lêjne amade ne lê, me ti bersivek wernegirtîye. Wê derbara gotbûjên di navbera HSD u Şamê da jî got ku Rêvebirîya Bakur u Rojhilata Sûrîyê amadekarîya pêwîst ji bo seredana Parîsê dest pê kiribû lê, Colanî piştî seredana Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ya Şamê, ji vê mijarê vekişîya.