Tebax 23, 2020 21:05 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 309 hezar pêketiyên Koronayê baş bûn

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar û 100 kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û zêde ji 309 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 113 kesên din pozetîv derketiye ku 882 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 358 hezar û 905 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 141 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 20 hezar û 643 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 309 hezar 464 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 23 milyon û 400 hezar kesan derbaqs bûne ku ji wan herî kêm 809 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û derdora 15 milyon û 935 hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv