Tebax 23, 2020 20:49 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Cihanîna Abora bi berxwedanê bûye bingeha hewldanên dewlata Îranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Pêşxistina tamulkirinê di warê aborê de û cihanîna siyasetên abora bi berxwedanê bûye bingeh û mêhwera gişt hewldanên dewleta KOmara Îslamî ya Îranê.

Hesen Ruhanî îro di civîna desteya wezîran ku rêberê Înqilaba Îslamî Hz. ayetullah uzma Xamineyî jî bi riya vîdeo-konferansê tê de beşda bûbû, got: Daketina bihaya neftê di sala 2014 de û dasepandina boykotên aborî di sala 2018 li dijî Îranê de li kêleka pandemiya vîrusa Koronayê li cîhanê di van şeş mehên borî desê şokên giran ên aborî bûn ku dewleta Îranê karî bi saya siyasetên xwe yên abora bi berxwedanê wan bi rê ve bibe.

Ruhanî dest danî ser amara cîhanî derbarê rewşa aborî ya welatên pêşketî  ku ji ber Koronayê rastî krîzê hatine û diyar kir li hemberî wan em dikarin bibêjin ku rewşa me ya aborî baştir e û di dewamê de got: Bicihanîna Proja Geşedana Tendirustiyê û pêşveçûneke bi bez û lez  di warê binavahiyên teşkîlata pêwendiyan û dewleta elekteronîk de, herwiha pêşketina mezin a di warê geşedana şirîketên zanistbingeh, sê pêngavên pêşîgirtinê yên dewleta me di van salên dawiyê bûn ku bûn sedema parastina amadetiya welêt li hemberî Koronayê.

Serokomarê Îranê herwiha got ku di van 7 salên dawiyê (di dewma serokomariya wî) de berhemanîna welêt di warê petroşîmiyê û pûladê du qatan zêde bûye. Wî herwiha dîsa got ku : Derhatên welêt ji babeta derfirotina berhemên petroşîmiyê ji 11 milyar dolaran gihêştiya 25 milyar dolaran ku bi kutahî pêhatina pêşveçûna bi bezîn ya qonaxa sêyem ya sala tê di warê pêşeya petroşîmiyê de, ev derhatana wê bigihêjin 37 milyar dolaran.   

Serepeyv