Tebax 22, 2020 21:04 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Îranê gihîşte Moskoyê

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê di serê desteyeka berevanî û leşkerî da û li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Berevaniyê ya Rûsiyê, gihîşte Moskovayê.

Emîr sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar ên Îranê roja şemiyê dema gihîşte Rûsiyê di gotûbêja digel nûçegihanan tevî amajeya bi hevkariyên xurt ên berevanî û ewlehiyê navbera Têhran û Moskovayê, got: Îran Rûsiyê wek welatekî dost û hevpeyman di warên navçeyî û navneteweyî dizane û hertim danûstandinên baş ên berevaniyê navbera du welatan hebûye.

Sertîp Hatemî her wiha got: Mijarine cûrbecûr ji wan ewlehiya navçeyî, veguhestina teknolojiyên berevaniyê, danûstandina tecrubeyên leşkerî ku di salên dwî da hertim di destûrkara gotûbêjên du welatan da bûne, di vê seferê da bi awayekî hûr dê bên hilkolandin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê: Di vê seferên da her wiha hewil were dayînê ku derbarê mijarên cûrbecûr ji wan xurtkirina ewlehiyê li Rojavaya Asyayê, çawaniya rûbirûbûna digel qeyranên ihtimalî û riyên zêdekirina hêza leşkerî û berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi hevkariya Rûsiyê, bên gotûbêj kirin.

Sertîp Hatemî biryar e di vê seferê da tevî hevdîtina digel Sêrgêyî Şaygo wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê, seredana Pêşangeh û komcivîna Navneteweyî ya leşkerî-teknîkî ya Rûsiyê nasyar bi "ARMY 20"ê jî bike.

Pêşangeh û komcivîna Navneteweyî ya leşkerî-teknîkî ya Rûsiyê nasyar bi "ARMY 20"ê li ser fermana serokomarê vî welatî ji sala 2015an va her salê tê lidarxistin. û têda dawîn destkeftên pêşeya berevanî û leşkerî ya Rûsiyê tên nîşandan û li kêleka wê bi lidarxistina civînên cûrbecûr di warê berevanî û leşkerî da, mijarên têkildar tên hilkolandin.

 

 

Serepeyv