Tebax 22, 2020 16:43 Asia/Tehran
  • Xerîb Abadî: Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê dê were Têhranê

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li ba saziyên navneteweyî li Viyenê qala hatina Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) bo Têhranê di vê hefteyê da kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li ba saziyên navneteweyî li Viyenê roja Şemiyê li ser twittera xwe nivîsî: Hatina Rafaêl Grosî (Rafael Frossi), Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bo Têhranê bi armanca dewama danûstandin û hevkariya navbera Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêk tê.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li ba saziyên navneteweyî li Viyenê tevî pêgiriya li ser vêya ku Îran ji şirîkên sereke yên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ye, hêvî kir ku hatina Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bo Têhranê bibe sebeba xurtbûna hevkariyên dualî.

 

 

Serepeyv