Heta îro 22ê Tebaxê; Zêde ji 307 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 356 hezar û 792 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 307 hezar û 702 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2028 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 356 hezar û 792 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 126 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 20 hezar û 502 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 23 miliyon kesî.
Ji vê hejmarê 803 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 15 miliyon kes jî baş bûne.