Wezîrê Berevaniyê yê Îranê îro diçe Rûsiyê
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê dê îro biçe Moskovayê.
Li gorî ragihandina Malpera Wezareta Berevaniyê, Emîr sertîp 'Emîr Hatemî', Wezîrê Berevaniyê yê Îranê wek bersiva vexwendina fermî ya Sêrgêyî Şaygo, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê, îro di serê desteyeke berevanî û leşkerî bi sefera bo vî welatî tevî hevdîtina bi wezîrê Berevaniyê û rayedarên din ên Rûsiyê, dê seredana şeşemîn Pêşangeh û komcivîna Navneteweyî ya leşkerî-teknîkî ya Rûsiyê nasyar bi "ARMY 20"ê jî bike.
Pêşangeh û komcivîna Navneteweyî ya leşkerî-teknîkî ya Rûsiyê nasyar bi "ARMY 20"ê li ser fermana serokomarê vî welatî ji sala 2015an va her salê tê lidarxistin. û têda dawîn destkeftên pêşeya berevanî û leşkerî ya Rûsiyê tên nîşandan û li kêleka wê bi lidarxistina civînên cûrbecûr di warê berevanî û leşkerî da, mijarên têkildar tên hilkolandin.
Rayedarên bilind ên leşkerî, berevanî û karzan û pisporên welatên cûrbecûr di vê nîşangeh û komcivîna navneteweyî da beşdar dibin.
Pêwendî û hevkariyên berevanî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê di salên dawî da li kêleka berûlayên din ên hevkariyên dualî di warê siyasî û aborî da ber bi pêşketinê bûye û destkeftine baş û binirx hebûye.
Xurtkirin û qahêmkirina hevkariyên berevaniyê yên Têhran û Moskovayê di warên dualî, navçeyî û navneteweyî dê ji armancên herî girîng ên sefera Wezîrê Berevaniyê yê Îranê bo Moskovayê bin.