Tebax 21, 2020 19:41 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Derdora 306 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar û 200 kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û derdora 306 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro şemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 206 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û 71 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 354 hezar û 764 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 112 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 20 hezar û 376 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 305 hezar 866 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 22 milyon û 885 hezar kesan derbaqs bûne ku ji wan herî kêm 797 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û derdora 15 milyon û 530 hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv