Tebax 21, 2020 13:06 Asia/Tehran
  • Zerîf: Dewleta Trump cardin li asta navneteweyî bi tenê dimîne û şermezar dibe

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser dijberiyên li hemberî hewldanên Amerîkayê ji bo aktîvkirina Mekanîsma Kişokê (tetikê) û got: Ew bi feyde dixebitin, wê car din dewleta Trump li asta cîhanê bi tenê bimîne û serbijêr û şermezar bibe.

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro piştî ku Amerîkayê ji Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî re derbarê aktîvkirina Mekanîsma Kişokê nameyek şand di rûpela xwe ya Instagramê de bal kişande ser vê yekê ku wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wer difikire ku mekanîzma vegerandina biryarnamên îbtalbûyî yên Konseya Ewlekariyê aktîv kiriye û di dewamê de nivîsî: Hevdemê vê yekê Îranê bi hevrêtiya Rûsya, Çîn, Yeketiya Ewropayê (YE), Almanya, Fransa û Brîtanyayê di nameyên cida cida ev karê dewleta Trumpneqanûnî û bê feyde dan zanîn.

Zerîf nivîsiye: Muhtemel e îro jî hin endamên din yên Konseya ewlekariyê helwêstên wiha yên li dijî pêngava dewleta Trump nîşan bidin û cardin vê dewletê bêxin tenêtiyê û li qada cîhanê şermezar û serbijêr bikin, çawa ku di dîroka Konseya Ewlehiyê de rewşeke wiha nebûye.

Amerîka zêde ji du salên berê bi fermî terka Peymana Atomî a tev Îranê da û ji biryarnama 2231 ya Konseya Ewlehiyê derket. Lê niha li gor têgihêştin û fikra xwe ya şaş îdia dike ku li gor naveroka vê biryarnamê ew hîn yek ji beşdarên Peymana Atomî tê hesabê û dikare ku ji mekanîzmên vê biryarnamê yên wekî Mekanîzma Kişokê sûdê werbigire û dîsa ambargo û boykotên Konseya Ewlehiyê li dijî Îranê vegerîne.

Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanyayê endamên aliyeke Peymana Navokî ev daxwaza Amerîkayê red kirine.

Serepeyv