Tebax 20, 2020 19:30 Asia/Tehran
  • Şiyana Berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê; Nîşana aşkira ya têkçûna siyasetên dijminan

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî rêzgirtina li Roja Pêşeya Berevaniya ya Îranê (21ê Tebaxê), destnîşan kir: Şiyana berevaniyê ya Îranê bi hewildana pispor û hêzên Înqilabî, bûye nîşaneke aşkira ji têkçûna siyasetên dijminên Înqilaba Îslamî.

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Pêşeya Berevaniyê ya Îranê di salên dawî da kiryarine berbiçav û bibandor jibo rizgarkirina Pêşeyên Ne-leşkerî ya Îranê ji astenga boykotên zalimane yên Istikbara Cîhanê pêk anîne.

Di vê dxuyaniyê da tevî amajeya bi têkçûna bi serşûrî ya Amerîkayê di warê dirêjkirina sînordariyên çekdariyê li ser Îranê, hatiye: Amerîkayê di dehikên bihurî da bi pêkanîna projeya tirsandina ji Îranê û firotina çekan, navçeya Rojavaya Asyayê kiriye depoya mezin a barûtê, lê hertim tirsa wî welatî ji hêza xwecihî û berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê hebûye.

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha di vê daxuyaniyê da destnîşan kir: Di rêya cîhada zanistî-lêkolînî û bidestxistina teknolojiyên pêşketî yên berevaniyê û çekên stratejîk di warên cûrbecûr ên bejahî, asimanî, deryayî û mûşekî da, Artêşa Komara Îslamî ya Îranê dê li kêleka Pêşeya Berevaniyê ya welkêt be da ku rêya ron a herî pirrtir bihêzbûna welêt bi lezeke zêdetir ji berê, were meşandin.

Di vî halî da, Pêşangeha destkeftên Iqtidara Firokeyên Bêfirokevan ên Îranê û xetê berhemanîna Motora neteweyî ya Turbocêta Sivik (Oc) îro bi destûra Serokê Komara Îslamî ya Îranê hat vekirin û Mûşeka Balistîk a Şehîd Hac Qasim Silêmanî (Bi birra 1400 Kîlomitr), Mûşeka Krûz a Şehîd Ebûmehdî (Bi Birra 1000 Kîlomitr) û Motora Turbofen a sivik (Hilbezîn) wek destkeftên neteweyî yên Wezareta Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ên Îranê hatin nimandin.

Sibe Înî, 21ê Tebaxê, di salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Pêşeya Berevaniyê hatiye binavkirin.

 

Serepeyv