Tebax 20, 2020 15:48 Asia/Tehran
  • Heta îro 18ê Tebaxê; Zêde ji 304 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 352 hezar û 558 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 304 hezar û 236 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2279 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 352 hezar û 558 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 139 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 20 hezar û 264 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 22 miliyon û 605 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 790 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 15 miliyon û 320 hezar kes jî baş bûne. 

 

 

Serepeyv