Tebax 20, 2020 11:32 Asia/Tehran
  • Sertîp Hatemî: Hêza Deryayî ya Îranê cîgeha xwe ya parastina avên welêt tesbît kiriye

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi hebûna Hêza deryayî ya Artêşê li kêleka Hêzza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî jibo sekinîna li hemberî her cûre destdirêjî û zêdexwaziyê, got: Hêza deryayî ya Îranê cîgeha xwe ya parastina avên welêt tesbît kiriye.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Emîr sertîp "Emîr Hatemî", Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina digel Emîr Edmîral (deryadar) Husên Xanzadî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Li gorî girîngiya avrêyan di warên cûrbecûr ên ewlehî, aborî û berfirehiya hatûçûna keştiyên ticarî û niftkêşan, dabînkirina ewlehiya cuxrafyaya avî pêwîst e.

Sertîp Hatemî her wiha got: Hêza deryayî ya Îranê roja Îranê xudana vê şiyanê ye ku bi behrewergirtina ji amûr û çekên pêşketî yên di warê şerê deryayî, hebûneke bihêz ji qiraxên Kendava Farisê û Deryaya Omanê heta Oqyanûsa Hindê û di her nuqteyeke avên navneteweyî ku pêwîstî bi pêkanîna ewlehiyê be, amade bibe û bi vê armancê cîgeh û rola xwe heta asta Hêza Stratejîk xurt kiriye.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê jî di vê hevdîtinê da tevî pîrozkirina Roja Pêşeya Berevaniyê, got: Hêza deryayî li gorî rewşa ku ji serdema Berevaniya Pîroz heta niha derbas kiriye û boykotên zalimane ku li pey xwe hiştine, hewilê dide ku danûstandin û têkiliya nêzik digel Pêşeya Berevaniyê her rojê xurttir û geştir bibe.

Edmîral Xanzadî her wiha qedra hewildan û piştgiriyên Wezareta Berevaniyê ya Îranê jibo nûkirin û baştirkiirna pergalên deryayî girt.

Sibe Înî, 21ê Tebaxê, di salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Pêşeya Berevaniyê hatiye binavkirin.

 

Serepeyv