Tebax 19, 2020 15:26 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 302 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar û 400 kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û zêde ji 302 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro şemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 444 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û 132 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vege riyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 350 hezar û 279 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 153 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 20 hezar û 125 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 302 hezar 528 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 22 milyon û 325 hezar kesan derbaqs bûne ku ji wan herî kêm 784 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji  15 milyon kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv