Tebax 18, 2020 15:22 Asia/Tehran
  • Heta îro 18ê Tebaxê; Zêde ji 301 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 347 hezar û 835 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 300 hezar û 881 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2385 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 347 hezar û 835 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 168 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 19 hezar û 972 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 22 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 778 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 14 miliyon û 810 hezar kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv