Reîsî: Xiyaneta Îmaretê li doza Filistînê bê bersiv namîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i318730-reîsî_xiyaneta_Îmaretê_li_doza_filistînê_bê_bersiv_namîne
Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê lihevkirina Îmarat û Rejîma Siyonîstî ji bo asayîkirina pêwendiyan di encama xapîna îmaratiyan da zanîn û got: Xiyaneta Îmaretê li doza Filistînê bê bersiv namîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2020 18:10 Asia/Tehran
  • Reîsî: Xiyaneta Îmaretê li doza Filistînê bê bersiv namîne

Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê lihevkirina Îmarat û Rejîma Siyonîstî ji bo asayîkirina pêwendiyan di encama xapîna îmaratiyan da zanîn û got: Xiyaneta Îmaretê li doza Filistînê bê bersiv namîne.

Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî îro lihevkirina Ebûsebî û Telavîvê xiyanetkarane da zanîn û hakimên Îmaratî hişyar kirin ku çav li riya berteka tund a gelê şerîf ê Îmaratê û welatên din bimînin.

Reîsî got: Xiyaneta hakimên Îmaratê nayê bexşandin û bi derbasbûna dem û gavan jî paqij nabe û hevrêtî û hevkariya Îmaratê bi rejîma zarokkuj û desdirêjkar a Îsraîlê qet li ber çavên gelên azad ên cîhanê nayê veşartin û qet ji bîra wan naçe.

Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê rawestan û berxwedan stratejîyeke bi bandor da zanîn û got: Şeref û îqtidara Komara Îslamî ya Îranê bi saya stratejiya berxwedanê bi dest ketiye û her netewek ku ev stratejî hebe, jiyaneke bi şeref, bi şanazî û bi hêz wê hebe.

 Îmarat û Rejîma Siyonîstî bi saya navbeynkariya serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê rêketinnama asayîkirina pêwendiyên navbera xwe îmza kirin ku ev yek rastî nerizamendiyên berfire li cîhanê hat û gelek welat û kesayetiyên cîhanê ev kiryara Îmaretê wek xiyaneta li doza Filistînê dan zanîn û ew şermezar kirin.