Tebax 16, 2020 15:57 Asia/Tehran
  • Heta îro 16ê Tebaxê; Zêde ji 297 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 343 hezar û 203 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 297 hezar û 486 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2133 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 343 hezar û 203 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 147 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 19 hezar û 639 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 21 miliyon û 635 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 770 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 14 miliyon û 345 hezar kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv