Tebax 16, 2020 14:39 Asia/Tehran
  • Sertîp Hatemî:

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ên Îranê got: "Komara Îslamî ya Îranê li gorî rewşa baş ku di berhemanîna çekan da heye, amade ye ku hewcetiyên çekan ên Libnanê dabîn bike."

Emîr sertîp 'Emîr Hatemî', Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ên Îranê roja Yekşemiyê di civîna çapemeniyê derbarê alîkariya bo gelê Libnanê û veguhestina teknolojiyên berevaniyê bo Bereya Berxwedanê, got: Gelê Libnanê dostê Îranê ye û Komara Îslamî ku di serdema Berxwedanê da alîkariya wî kir, aniha jî amade ye ku hewcetiyên çekan ên Libnanê dabîn bike, lê ew bixwe divê bibijêrin."

Sertîp Hatemî her wiha tevî amajeya bi lihevkirina asayîkirina pêwendiyan navbera Imaratê û Rêjîma Israîlê, got: "Ev lihevkirine xiyaneta li gelê Filistînê û gelê navçeya Rojavaya Asyayê ye."

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha got: "Heke ewna bixwazin rewşê li navçeyê jibo Israîlê xweş bikin da ku ne-ewlehiyê pêk bê, berpirsiyariya wê yekê di ustiyê wan kesan e ku ev ne-ewlehî pêk anîn û dê dûhatên nebaş ên wê pêsîra wan bigire."

Sertîp Hatemî derbarê derketina Amerîkayê ji navçeyê jî got: "Ev xwesteka tevahiya gelê navçeyê ye û derbarê derketina Amerîkayê ji navçeyê, pêngavine bibandor jî hatine rakirin û vê rûdana vê dawiyê li NY jî dengê işkestina hestiyên hêzxurtbûna Amerîkayê gihandine guh."

Biryarnameya pêşniyarkirî ya Amerîkayê jibo dirêjkirina qedexetiya çekdariyê ya li ser Îranê êvara Îniyê bi 11 dengên Bêla (Beljîka, Stovênî, Fransa, Almanya, Endonizya, Nîcir, Sent Wîsênt, Afrîqaya Başûr, Tûnis, Inglîz û Viyêtnam), du dengên Erê yên Amerîka û Komara Domînîkenê û du dengên Na yên Rûsiye û Çînê nehat pesendkirin.

 

 

Serepeyv