Tebax 15, 2020 12:52 Asia/Tehran
  • Zerîf: Civaka cîhanî divê dest nabe nav karûbarên Lubnanê

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li gotûbêja bi televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê re got: Civaka cîhanî divê serxwebûna Lubnanê bi fermî qebûl bike û qet xwe tevlî karûbarên vî welatî neke.

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ku çûye Beyrûtê şeva borî di vê gotûbêja xwe ya bi televîziyona Al-Mayadeen re bal kişand ser teqînên giran li Beyrûtê û got: Di vê karesatê de Îran li kêleka gelê Lubnanê ye û damezirîna paporên biyanî li Bendera Beyrûtê ne normal e û eva gefeke li dijî gel û berxwedana Lubnanê.

Vê dawiyê çenjdîn paporên fransî bi 700 hêzên leşkerî li bendera Beyrûtî rawestan û dewleta Fransayê îdia kir ku ev papor ji bo alîkariya Lubnanê û hawagihêştina gelê vî welatî çûne Beyrûtê.

Zerîf herwiha diyar kir ku Îran amade ye di warê enerjiyê û mijarên din de alîkariya Lubnanê bike û em amade ne li gor xwesta rayedarên Lubnanê azmûn û destkevtên xwe bidin ber destê Lubnanê.

Zerîf ewlehiya Lubnanê wek ewlehiya Îranê da zanîn û got: Tehran her hikûmetek ku gelê Lubnanê ji xwe re hilbijêre bi fermî nas dike û pê re hevkariyê dike.

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê îdiaya derbarê rollîstina Îranê bona pêkanîna hikûmeta nû li Lubnanê red kir û got: Îranê ji bo hikûmeta nû li Lubnanê ti bijareyeke xwe tine û hevkariya Tehranê bi Beyrûtê maye ser wî kesî ku gelê Lubnanê hildibêjêre.

Zerîf êvara êncşemê gihêşte Beyrûtê li hevdîtina xwe ya yekem bi serokwezîrê Lubnanê Mîşêl Ewn re gotûbêj da despêkirin û pişt re  serokê parlemanê Nebîh Berrî û wezîrê derve Şirbil Wehbeh  û  bi serokwezîrê birêvebirina karûbaran  Hisan Deyab re hevdîtin û gotûbêj kir.  

Serepeyv