Tebax 14, 2020 17:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran jibo avedankirina Libnanê amade ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran jibo avedankirina Libnanê û raberkirina alîkariyên mirovî bo vî welatî û dabînkirina elektrîkê amade ye.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê bi Şêrbêl Wehbe (Charbel Wehbe) Wezîrê karên derve yê Dewleta Karrêkxer a Libnanê ra hevdîtin pêk anî.

Zerîf pişûtî hevdîtina bi Şêrbêl Wehbe ra got: Îran careke din di vê rewşa dilgiranker ku ji ber karesata Beyrûtê da pêk hatiye, hevgirtina xwe digel Libnanê radigihîne.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê êvara Pêncşemiyê jibo hevdîtina digel rayedarên Libnanê gihîşte Beyrûtê.

 

Serepeyv