Tebax 14, 2020 17:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Neçê bikarênerên teqîna Beyrûtê li pey nearamkirina Libnanê ne

Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina bi serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê ra got: Neçê bikarênerên teqîna Beyrûtê li pey nearamkirina Libnanê ne

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê ku çûye Beyrûtê, roja Îniyê di hevdîtina bi Hesan Diyab, Serokwezîrê Dewleta Karêkxer a Libnanê  da got: Kesên ku teqîna bendergeha Beyrûtê neçê bi kar tînin, heman kes in ku li dû aramî û yekîtiya Libnanê nînin.

Zerîf li ser piştevaniya Îranê ji ziyandîtiyên bendergeha Beyrûtê pêgirî kir û bi ragihandina sersaxî û hevxemiya dewletû  gelê Komara Îslamî ya Îranê digel gel û dewleta Libnanê, amadetiya Îranê jibo alîkariya bona avakirina xerabiyên teqîna Beyrûtê ragihand.

Hesan Diyab Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê jî tevî sipasiya ji amadetiya Îranê, hewcetiyên pêwîst nemaze di warên derman û kelûpelên hewce jibo çêkirina malên bajarê Beyrûtê şirove kir.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê êvara Pêncşemiyê jibo hevdîtina digel rayedarên Libnanê gihîşte Beyrûtê.

 

Serepeyv