Tebax 14, 2020 14:38 Asia/Tehran
  • Heta îro 14ê Tebaxê; Zêde ji 293 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 338 hezar û 338 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 293 hezar û 811 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2510 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 338 hezar û 338 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 169 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 19 hezar û 331 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 21 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 757 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 13 miliyon û 944 hezar kes jî baş bûne.

 

Serepeyv