Tebax 14, 2020 12:39 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiya Zerîf bi boneya salvegera serketina Berxwedana Libnanê di şerê 33 rojî da

Wezîrê karên derve yê Îranê çardehemîn salvegera serketinamezin a Berxwedana Libnanê di şerê 33 rojî li gel û dewleta vî welatî pîroz kir.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê bi peyamên cuda bo Wezîrê karên derve û Sêkrêtirê giştî yê Hizbullaha Libnanê, çardehemîn salvegera serketinamezin a

Berxwedana Libnanê di şerê 33 rojî li gel û dewleta vî welatî pîroz kir.

Şerê 33rojî navbera Artêşa Rêjîma Siyonîst û hêzên Hizbullaha Libnanê di Tîrmeha 2006an da destpê bû û di 14ê Tebaxa heman salî bi serketina Hizbullaha Libnanê bi dawî bû.

Rêjîma Siyonîst tûşî ziyanên giran bû û paşve kişiya.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê jibo hevdîtina digel rayedarên Libnanê û ragihandina hevxemiya digel gel û dewleta vî welatî êvara Pêncşemiyê gihîşte Beyrûtê û ji aliyê Şêrbêl Wehbe wezîrê karên derve yê dewleta Karrêkxer a Libnanê va hat pêşwazîkirin.

Zerîf di hevdîtina digel rayedarên Libnanê derbarê pêvajoya alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê û miajrên din dê gotûbêj bike.

 

 

Serepeyv