Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 292 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û nêzîkî 292 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro pêncşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 625 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û 246 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.
Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 336 hezar û 324 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 174 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 19hezar û 162 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 292 hezar 58 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 20 milyon û 827 hezar kesan derbaqs bûne ku ji wan herî kêm 747 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 13 milyon û 723 hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.