Tebax 13, 2020 12:03 Asia/Tehran
  • Berdewamiya hewldanên Pompeo yên dijî Îranê û piştgiriya ji ambargoya çekan a Îranê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got: Waşîngton cidiye ji bo berdewamkirina ambargoyên çek û sîlahan ên li dijî Îranê .

Pompeo di gotûbêja bi Radiyonya Ewropaya Azad re îdia kir ku rabûna boykotên çek û sîlahan yên li dijî Îranê ji bo ewlehî û îstiqrara navçê û cîhanê bi talukeye, vêca divê cîhan ji bo girtina pêşiya rabûna van boykotan bi hev re bibe yek û bi hev re bixebite.

 Wezîrê karên derve yê Amerîkayê herwiha got: Ti heger û îletek tine ku Ewropa piştgiriya Îranê bike ji bo ku çek û sîlahan bi dest bêxe.

Pompeo got: Ger Rûsya û Çîn biryarnama pêşniyarkirî ya Amerîkayê derbarê ambargoya çek û sîlahan ên li dijî Îranê veto bike, Amerîka dikare li gor biryarnama 2231 ya Konseya Ewlekariya NY van boykotan vegerîne.

Pompeo di vê îdiaya xwe de balê dikişîne ser femkirina Amerîkayê ji biryarnama 2231 û desnîşan dike tevî derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî wê heqê xwe heye mekanîsma tetikê Çekê aktîv bike.

Li gor Biryarnama 2231 ya Konseya Ewlehiya NY boykotên çek û sîlahan ên dijî Îranê meha Çiriya îsal bi dawî tê.

Serepeyv