Tebax 12, 2020 15:53 Asia/Tehran
  • Heta îro 12ê Tebaxê; Zêde ji 290 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 333 hezar û 699 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 290 hezar û 244 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2510 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 333 hezar û 699 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 188 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 18 hezar û 988 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 20 miliyon û 550 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 746 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 13 miliyon û 465 hezar kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv