Tebax 11, 2020 23:23 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Gavên girîng ji bo berhemanîna derman û vaksena Koronayê li Îranê hatine rakirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku xebat ji bo berhemanîna derman û vaksena Koronayê li Îranê heya bi dest xistina encameke baş bi cidî berdewam bike û heya niha gavên bi bandor ji bo vê yekê hatine avêtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî  îro li rûniştina komek ji birêvebirên warê berhemanîna dewa û derman û vaksenan yên beşên xusûsî û dewletî û şirîketên zanistbingeh got: Dewlet piştgiriyê didei zanyar, lêkolînvan û pisporên ciwan û kompaniyên zanistbingeh û kompaniyên çêkirina dewa û dermanan.

Ruhanî got: Pandemiya Koronayê li kêleka pirsgirêkên ku ji xelkê û kadroya dermanî ya Îranê re çêkir , derfeteke lêkolînên zanistî  jî ji zanyarên me re pêk anî. û lêkol û zanyarên me dest dane hevdu da ku bi lezgînî pêşiya vê vîrosa cîhangîr bidirin.

Ruhanî got : Welatê me li kêleka welatên pêşketî gavên girîng ji bo berhemanîna vaksena Koronayê rakirine.

Ji aliyê din ve wezîrê tendirustî û pizişkiya Îranê Seîd Nemekî got: Ji hev dûrketina xelkê û bikaranîna mask û protokolên tendirustî bûye sedema kêmbûna mirinên ji ber Koronayê û di dewamê de got: Îranê ji bo berhemanîna vaksena vîrosa Koronayê gihêştiye qonaxên pêşketî.

Serepeyv