Tebax 10, 2020 18:02 Asia/Tehran
  • Heta îro 10ê Tebaxê; Zêde ji 287 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 328 hezar û 844 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 286 hezar û 642 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2132 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 328 hezar û 844 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 132 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 18 hezar û 616 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 20 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 735 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 12 miliyon û 910 hezar kes jî baş bûne.

 

 

 

Serepeyv