Tebax 09, 2020 22:12 Asia/Tehran
  • Salroja jidêbûna Îmam Mûsayê Kazim (S) pîroz be

Sibê yekşem, 20`ê Zilhecceya sala 1441 a Koçî-Heyvî hevgavê 10`yê Tebaxa sala 2020`ê, salroja jidêbûna hezretê Îmam Mûsa Kazim (S), pêşengê dînî yê heftem ê Şîeyên cîhanê ye.

Îmam Mûsa Kazim (S) di 20`ê Zilhecceya sala 128 Koçî-Heyvî li gundê El-Ebwayê di navbera Mekke û Medînê da hat dinyayê.

Wî hezretî pişt şehîdbûna bavê xwe hezretê Îmam Ceifer Sadiq (S), şeşemîn îmamê Şîeyên cîhanê, berpirsîya pêşwatî û rêberîya misilmanan da ustîyê xwe.

Îmam Mûsa Kazim (S) di zanist, xeşîmbûn, kerem û destvekirîbûnê de nav û dengekî taybet hebû. Wî hezretî bi berhevkirina riwayet, hedîs û hikmên dînî û vejîyandina sunnetên bavê xwe  Îmam Ceifer Sadiq (S) û fêrkirina misilmanan û nîşandayîna rêya rast bo wan, Îslama rastîn ku bi fêrkarî û xebatên îmamê şeşem ê Şîeyên cîhanê bi serûber û qayîm bibû, parast û xurt kir.

Gelê Xwedêbawer misilman  ê Îrana îslamî di salroja jidêbûna hezretê îmam Mûsayê Kazim (S) de li cihên pîroz, mizgevt û kolanan cejn û şayîyan li dar dixe. Lê ji ber pandemiya Koronayê ev gelê bawermend û mumin bi berçavgirtina protokol û destûrên tendirustiyê Îsal jî her wek salên berê bi merasimên taybet salroja jidêbêna îmamê xwe yê heftem pîroz dikin. 

Axavtina derbarê kesayet û cîgeha Îmam Mûsayê Kazim (S), belavkirina şirnî û şerbetê û xwendina Mewlûdê ji wan planên di salroja jidêbûna Îmam Mûsayê Kazim (S) li Îrana îslamî da ne.

Serepeyv