Tebax 09, 2020 19:09 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 284 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û zêdetir ji 284 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 20 kesên din pozetîv derketiye ku yek 961 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 326 hezar û 712 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 163 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 18 hezar û 427 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 284 hezar 371 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye derdora 20 milyon kesan ku ji wan herî kêm 730 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji  12 milyon û 735  hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv