Tebax 09, 2020 15:45 Asia/Tehran
  • Li Rojavayê Îranê erdhejek bi şideta 5.1 rîşteran pêkhat

Îro 09.08.2020ê piştî nîvro erdhejekî bi hêza 5.1 rîşteran li bajarên Gîlana rojava, Qesrî Şirîn û Serpêl Zehaw a parêzgeha Kirmaşana Îranê û Xaneqînê li Iraqê hejand.

Malpera İSNA ya ji zarê navenda qeydkirina erdhejê ya zanîngeha Tehranê ragihand ku erdhej saet 13:46 ser dema Îranê nêzîk bajarê Gîlana rojava ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê û di kûrahiya 8 kîlometreyan bin erdê de pêkhatiye.

Navenda erdhejê 29 kîlometreyiya bajarê Gîlana rojava û 30 kîlometreya Qesrî Şirîn û 32 kîlometreyiya Serpêl Zehaw pêkhatiye û li navçeyên Xaneqîn û Germiyanê jî hestpê hatiye kirin.

Derbarê ziyanên erdhejê de heta naha ti daxuyanî nehatiye dayîn û ti hûrgiliyek belav nebûye.

Serepeyv