Tebax 09, 2020 15:19 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Îran û welatên din bi pêla duyem a Koronayê re rûbirû bûne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku Îran û welatên din bi pêla duyem a Koronayê re rûbirû bûne, vêca berçavgirtina destûrên tendirûstiyê divê bicîdî werin berçavgirtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di rûniştina Erkana Neteweyî ya Pêşîgirtina Koronayê bal kişande ser vê yekê ku di van hefteyên borî de pandemiya Koronayê li Îran û cîhanê kêm an zêde ber bi çav bû û got: Rastî eva ye ku herî kêm şeş mehên din an jî saleke din Korona di nav me de be, vêca divê em ê ji vê rewşê re amade bibin.

Ruhanî cardin ji hemûyan xwest ku li dem û gavên şîndariyên meha Muheremê destûr û qayideyên tendirustiyê bi cidî cih bînin û di dewamê de got: Gel dikare şîndariyê bike û di vî halî de tendirustiya xwe ji bîr neke û wê  biparêze ji vê yekê re agahdarkirin  û serwextkirin şerteke pêdivî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser rola şirîketên zanist-bingeh di warê berhemanîna vaksen an dermanê Koronayê û got: Dewlet ji alîkariya bo şirîketên zanist-bingeh ku ji bo çêkirina derman û vaksena nexweşiya Koronayê dixebitin amade ye.

Li gor bîlançoya Wezareta Tendirustî û Pizişkiya Îranê   heya niha 324 hezar û 692 kes bi Koronayê ketine ku ji wan 282 hezarn  û 122 kes baş bûne.   

Serepeyv