Tebax 08, 2020 18:05 Asia/Tehran
  • Heta îro 8ê Tebaxê; Zêde ji 282 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 324 hezar û 629 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 282 hezar û 122 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2125 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 324 hezar û 629 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 132 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 18 hezar û 264 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 20 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 724 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 12 miliyon û 565 hezar kes jî baş bûne.

Serepeyv