Tebax 07, 2020 11:55 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê: Êrişa Atomî ser Hîroşîmayê nîşana siruşta artêşa îstikbarî ya Amerîkayê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê kuştina 100 hezar kesan li demekê di encama êrişa Atomî ya ser Hîroşîmayê nîşana siruşta îstikbarî, bê dînî û bê exlaqiya Artêşa Amerîkayê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî di peyamekê de bi minasibeta salvegera êrişa atomî ya artêşa Amerîkayê ser Hîroşîmaya Japonê ku di rûpela KHAMENEI.IR ya Twitterê de weşand deesnîşan kir:Amerîka di Tebaxa 1945 bi bombeke atomî bajarê Hîroşîmayê bitûm hilweşand û di demekê de 100 hezar însanên bê guneh kuştin û eva siruşta  îstikbarî, bê dînî û bê exlaqiya Artêşa Amerîkayê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî  desnîşan kir ku ger kesek bixwaze serbarê cinayetên artêşên hêzxurtên îstikbarî biaxive, eva dibe çendîn pirtûk ku divê bi rastî jî ev tiştana werin nivîsandin.

Di 6 Tebaxa 1945 balafireke bombeavêj a Amerîkayê ya B-29 li gor fermana Harry S. Truman, serokomarê wê demê yê Amerîkayê bombeke atomî avête bajarê Hîroşîmaya Japonê  û ev bajar bitûm hilweşand. Sê rojan piştî vê yekê bombeya duyem avêtin ser bajarê Nakazakiyê ya Japonê. di encama van êrişên dirindane û diltezîn 220 hezar însanên bê guneh hatin qirkirin. Eva tekane car e ku bombeya atomî li dijî mirov hatiye bikaranînê.

Amerîka ticana ji bikaranîna van bombeyan daxwaza efûyê nekir.

Serepeyv