Tebax 06, 2020 15:47 Asia/Tehran
  • Zerîf: Çekên atomî yên Amerîka û Israîlê gefek li dijî navçeya me ye

Wezîrê karên derve yê Îranê di salvegera cinayeta bombebarana atomî ya Hîroçîmayê ji aliyê Amerîkayê va di Cenga Cîhanî ya Duyem da, daxwaza bidawîhatin akabûsa atomî li cîhanê kir.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di salvegera cinayeta bombebarana atomî ya Hîroçîmayê ji aliyê Amerîkayê va di Cenga Cîhanî ya Duyem da bi twittekê nivîsî: 75 salan beriya niha di rojeke wiha da Amerîkayê navnotiya yekem û tenha bikarênerê çekên atomî ku li dijî bêgunehan hat bikaranîn, li pey xwe hişt.

Zerîf tevî amajeya bi vêya ku Rêjîma Siyonîst ji mezintirîn xwediyên çekên atomî li Rojavaya Asyayê ye, destnîşan kir: Roja îro çekên atomî yên Amerîka û Israîlê gefek li dijî me ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê piştra bi daxwaza jibo bidawîanîna berhemanîn û depokirina çekên atomî li cîhanê, ragihand: Bidawîhatina kabûsa atomî û doktorîna "Jinavbirina teqil a aliyên din", demeke dirêj e ku paşda ketiye.

 

 

 

Serepeyv