Tebax 06, 2020 15:05 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: Emê miletê Libnanê di rewşa dijwar da bi tenê nehêlin

Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Emê miletê Libnanê di rewşa dijwar da bi tenê nehêlin.

Serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê tevî dayîn asersaxiyê bi boneya bûyera bendergeha Beyrûtê li gel, dewlet û Hizbullaha Libnanê, ragihand: Gelê Libnanê stêrkên mezin ên berxwedanê di cîhana îslamê da ne û hertim bi sebr û hedar li hemberî van bûyeran sekinîne.

Serd Selamî bi ragihandina vê yekê ku gişt derfetên me jibo alîkarîya bo gelê Libnanê ketine seferberiyê, got: Em hewil didin bi alîkariyên mirovdostiyê yên gelê Îranê, rewşek jibo gelê Libnanê were dabînkirin ku xem û keserên ji ber vê bûyerê li pey xwe bihêlin.

Li pey agirpêketina berfireh a berêvara Sêşemiyê di depoyeke madeyên muhtereqe li bendergeha Beyrûtê, teqîneke bihêz li depoyên kêlekê yên tijî Nîtrata Amoniyûmê qewimî.

Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Libnanê, heta niha li pey vê teqînê, herîkêm 150 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 4000 kes jî birîndar bûne.

 

 

 

Serepeyv