Tebax 06, 2020 15:05 Asia/Tehran
  • Welayetî: Îran dê li kêleka dewlet û gelê Libnanê be

Li pey bûyera roja Sêşemiyê li Beyrûtê, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da destnîşan kir: Îran dê li kêleka gel û dewleta Libnanê be.

Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da roja Pêncşemiyê bi weşandina peyamekê ragihand: Bûyera diltezaîn a Beyrûtê û candan û birîndarbûna komeke mezin a gelê ezîz ê vî welatî, xemeke mezin pêk anî û dilên gelê mezin ê Îranê birîndar kir.Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da di beşeka vê peyamê da tevî dayîna sersaxiyê bo dewlet û gelê Libnanê ragihand: Libnan hertim serbilind û berxwedêr e û Komara Îslamî ya Îranê jî piştevanî û hevrêtiyên pêwîst weke hertim dê pêk bîne û li kêleka dewlet û gel be.

Li pey agirpêketina berfireh a berêvara Sêşemiyê di depoyeke madeyên muhtereqe li bendergeha Beyrûtê, teqîneke bihêz li depoyên kêlekê yên tijî Nîtrata Amoniyûmê qewimî.

Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Libnanê, heta niha li pey vê teqînê, herîkêm 150 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 4000 kes jî birîndar bûne.

 

 

Serepeyv