Tebax 06, 2020 04:32 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey karesata diltezîn a Bendergeha Beyrûtê peyamek da

Hezretê ayetullah Xamineyî li pey bûyera teqînê li bendergeha Beyrûtê hevxemiya xwe digel gelê Libnanê diyar kir.

Di peyama Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da ku li ser hesaba twittera "KHAMENEI.IR" hat weşandin, hatiye: Li pey karesata diltezîn a teqîna bendergeha Beyrûtê ku di encamê da hejmareke zêde ya gel can dane an birîndar bûne û xisareke mezin çêbûye, em hevxemê welatiyên ezîz ên Libnanê û li kêleka wan in.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dewama vê peyamê da destnîşan kir: Sebra li hemberî vê bûyerê, dê belgeke zêrîn ji şanaziyên Libnanê be.

Li pey agirpêketina berfireh a berêvara Sêşemiyê di depoyeke madeyên muhtereqe li bendergeha Beyrûtê, teqîneke bihêz li depoyên kêlekê yên tijî Nîtrata Amoniyûmê qewimî.

Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Libnanê, heta niha li pey vê teqînê, herîkêm 150 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 4000 kes jî birîndar bûne.

 

 

Serepeyv