Tebax 05, 2020 22:14 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Îran di demokrasiyê de li navçê pêşeng e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser bijartina dewlet, meclis û erkanên din ên Komara Îslamî bi awayekî rasterast an nerasterast bi dengê xelkê û got: Îran di demokrasiyê de li navçê pêşeng e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li rûniştina desteya wezîran, bal kişand ser derbasbûna 114 salan ser Înqilaba Meşrûte li Îranê û got: Berî ku li navçê welatek bibe xwediyê meclisê û sandiqa dengan û hilbijartin hebe , li sala 1906 Îranê fermana meşrûte derxist holê û meclisê hewldanên xwe da despêkirin.

Ruhan desnîşan kir ku beşdariya xelkkê li gişt deshilatdariyên welêt bûye sedem ku kes nikare ziyanê bigihîne Komara Îslamî ya Îranê û got: Dema ku dewlet, meclis û erkanên din ên Komara Îslamî bi awayekî rasterast an nerasterast bi dengê xelkê tên bijartin, ti wateyeke xwe tine ku kesek li Koşka Sipî û li wî aliyê dinyayê ji bo bidawîanîna hikûmeta gel û çêkirina aloziyan biryarê bide.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku sêdezgehên deshilatdariyê yên birêveberî, qanûndanînê û dadweriyê  li kêleka hevdu ji bo çaresriya pirsgirêkên xelkê wê bixebitin û desnîşan kir: Gelê Îranê li ber ambargoyên neqanûnî yên dijminan qet xwe naçemînin û bi rawestan û berxwedana xwe wê serkeve. 

Serepeyv