Tebax 05, 2020 20:17 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yên Îran û Lubnanê bi telefonê ser bûyera Beyrûtê axivtin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja telefonî bi wezîrê derve yê Lubnanê diyar kir ku Îran amade ye di warên hewcetiyên Lubnanê de, binavahiyên vî welatî, her wiha di warê hewcetiyên ku ev welata bi lezgînî pêdivî pê heye alîkariya vî welatî bike, bi taybet di warê însanheziyê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  Muhemed Cewad Zerîf îro li gotûbêja bi wezîrê derve yê Lubnanê Şirbil Wehbe re hevderdiya netew û dewleta Îranê bi netew û dewleta Lubnanê re di warê candayîna hevwelatiyên lubnanî ji ber teqînên vê dawiyê li Beyrûtê diyar kir û ji dewlet û netewê Lubnanê re sersaxî xwest.

Zerîf di vê gotûbêjê de ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê di gişt waran de li kêleka dewlet û netewê Lubnanê de ye û ji ber viya amade ye alîkariya welatê dost û bira Lubnanê bike.

Berî viya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî di peyamekê de ji bo serokomarê Lujbnanê Mîşêl Ewn re hevderdiya xwe bi gel û dewleta Lubnanê re ji ber bûyera tal a Beyrûtê ku di encamê de hejmarek mezin ji xelkê vî welatî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, ragihand û ji qurbaniyên vê bûyerê efû û rehmeta Xwedê teala xwest û ji Xwedayê mezin jî şefaya lezgîn a birîndaran xwest. 

Ruhanî di vê peyama xwe de desnîşan kir ku Îran Amade ye ji Lubnanê re alîkariyên dermanî û dixtoriyê bişîne .

Duh du teqînên li pey hev Beyrût a paytexta Lubnanê hejandin. Li gor zanyariyên fermî yên ji hikûmeta Lubnanê ve, di teqînê de heta niha zêde ji 100 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 4000 kesan jî birîndar bûne, lê dibe ku rêje hêj jî zêdetir bibe.

Serepeyv