Tebax 05, 2020 19:52 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Îran Amade ye ji Lubnanê re alîkariyên dermanî û dixtoriyê bişîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê candayîn hejmarek ji xelkê Lubnanê ji ber teqînên li Beyrûtê ji dewlet û gelê vî welatî re sersaxî xwest û desnîşan kir ku Tehran amade ye di çarçova pêngavên mirovheziyê de alîkariyên dermanî û dixtoriyêji Lubnanê re bişîne û birîndarên vê bûyera tal derman bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di peyamekê de ji bo serokomarê Lujbnanê Mîşêl Ewn re hevderdiya xwe bi gel û dewleta Lubnanê re ji ber bûyera tal a Beyrûtê ku di encamê de hejmarek mezin ji xelkê vî welatî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, ragihand û ji qurbaniyên vê bûyerê efû û rehmeta Xwedê teala xwest û ji Xwedayê mezin jî şefaya lezgîn a birîndaran xwest. 

Ruhanî di vê peyama xwe de desnîşan kir ku Îran Amade ye ji Lubnanê re alîkariyên dermanî û dixtoriyê bişîne .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha hêvîdariya xwe diyar kir ku bi lezgînî berûlayên vê bûyera tal zelal bibin û aramî û ewlehî vegere Beyrûtê.

Duh du teqînên li pey hev Beyrût a paytexta Lubnanê hejandin. Li gor zanyariyên fermî yên ji hikûmeta Lubnanê ve, di teqînê de heta niha zêde ji 100 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 4000 kesan jî birîndar bûne, lê dibe ku rêje hêj jî zêdetir bibe.

Serokomarê Lubnanê û herwiha Rêveberê Gitşî yê Asayişa Lubnanê sedema teqînên mezin ên li Beyrutê eşkere kirin û dibêjin, sedema teqînan 2750 ton Nîtrat Ammoniyum bûye, ku li bendera Beyrutê hatibû embarkirin.

Serepeyv