Wezareta Tendirustiya Îranê: Nêzîkî 275 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku heya niha zêde ji 317 hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketine û 274 hezar û 932 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro çarşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 697 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û 331 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.
Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 317 hezar û 483 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 185 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 17 hezar û 802 kesan.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 18 milyon û 730 hezar kesan derbas bûye ku ji wan herî kêm 705 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 11 milyon û 945 hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.