Tebax 05, 2020 00:15 Asia/Tehran
  • Zerîf hevderdiya xwe digel dewlet û gelê Libnanê ragihand

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev tevî diyarkiirna mixabiniya xwe ji bûyera teqînê li Bendergeha Beyrûtê, hevderdiya xwe digel dewlet û gelê Libnan û malbatên goriyên vê bûyerê diyar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li twitterê bi zimanên Inglîsî û Erebî tevî diyarkirina hevderdiya xwe tev dewlet û gelê Libnanê û malbatên goriyên vê bûyerê, ragihand: Dilên îraniyan di vê karesata mezin da tev gelê Libnanê ne.

Zerîf her wiha destnîşan kir: Îran weke hertim amade ye bi awayekî ku pêwîst be, alîkariya Libnanê bike.

Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê jî teqîna giran a berêvara Sêşemiyê li bendergeha Beyrûtê û candan û birîndarbûna bi sedan kesî di vê bûyera diltezîn da nîgeranger û cihê mixabiniyê da zanîn û got: Îran bi kesereke mezin vê bûyerê û nûçeyên wê dişopîne.

Mûsewî tevî diyarkirina hevderdiya û sersaxiya milet û dewleta Komara Îslamî ya Îranê bo milet û dewleta Libnanê, li ser amadetiya Îranê jibo alîkariya bi xweng û birayên libnanî pêgirî kir.

Berêvara îro teqîneke bihêz li bendergeha bajarê Beyrûtê qewimî. Rêveberê giştî yê Gumrika Libnanê ragihand ku madeya Nîtratê bûye sebeba teqînê.

Medyayan Sêşemiyê bi şev qala candana herîkêm 10 kesan di teqîna îro Sêşemiyê ya Beyrûta paytexta Libnanê kirin.

Li gorî rapora kanala El-Minarê, di vê teqînê da bi sedan kes jî birîndar bûne.

Komên alîkariyê hewil didin birîndarên vê teqînê rakin nexweşxaneyan.

Li gorî ragihandina medyayên libnanî, ziyaneke aborî ya giran li bendergeha Beyrûtê ketiye.

Hesan Diyab serokwezîrê Libnanê li pey vê bûyerê, sibe anku Çarşemî li seranserî Libnanê Şîna Giştî ragihand.
 

 

 

 

Serepeyv