Tebax 04, 2020 20:12 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Wajokirina girêbesta neftî ya Amerîkayê li Sûriyê ji hêla qanûnî ya bê hitbar e

Berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê tevî amajeya bi wajokirina girêbesta neftî ya Amerîkayê digel komeke Kurd li Sûriyê, destnîşan kir: Wajokirina vê girêbestê ji aliyê Amerîkayê va wek hêzeke dagirker a neqanûnî li nav axa Sûriyê, tu hitbareke qanûnî tune.

Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê wajokirina girêbesta neftî ya Amerîkayê digel komeke Kurd li Sûriyê kiryareke berovajiya qanûnên navneteweyî û binpêkera hakimkiyeta neteweyî û yekparçetiya axa Sûriyê da zanîn û ew şermezar kir.

Mûsewî bi bîr xist: Ev kiryar pêngaveke din a Amerîkayê jibo talankirina çavkaniyên sirûştî yên Sûriyê ye.

Kanala amerîkî ya El Hureyê pêştir ragihand ku Mezlûm Ebdî, fermandarê mîlîtanên Kurd ên nasyar bi "Hêzên Sûriya Dêmokratîk" (HSD) digel kompaniyeke neftî ya amerîkî girêbestek girêdaye.

Wezîrê karên derve yê Sûriyêl jî Yekşemiya bihurî ev lihevkirin wek talankirina nefta Sûriyê da zanîn û destnîşan kir: Ev lihevkirina naqanûnî ye.

Weareta karên derve ya Tirkiyê jî roja Duşemiyê lihevkirina wajokirî navbera mîlîtanên Kurd nasyar bi "Hêzên Sûriya Dêmokratîk" (HSD) û kompaniyeke neftî ya amerîkî şermezar kir û ew berçavnegirtina qanûnên navneteweyî da zanîn.

 

 

Serepeyv