Tebax 04, 2020 15:04 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Nixûmandina serketinan, mihwera sereke ya cenga derûnî ya dijminan li hemberî Îranê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bawerandina nekêrhatîbûna dewletê û nixûmandina şiyan û serketinên mezin ên welêt, mihwera sereke ya cenga derûnî ya dijminan li hemberî gelê Îranê ye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna Hevahengiya Aborî ya Dewletê da, tevî amajeya bi gotinên vê dawiyê yên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê armancên kirêt ên demkurt û demdirêj ên dijminên kevn ên gelê Îranê jibo girtina pêşiya pêşketina aborî ya welêt, got: Li ser vê bingehê du tevgerên nixûmandin û boykotê hevdem li dû serêxwegirtina vê armancê bi riya rawestandina hereketa aborî ya welêt û reşkirin derheqê destkeft û bêhêvîtiya li pêşerojê ne.

Rûhanî tevî amajeya bi hewildanên dewletê di Rêveberiya aborî ya welêt da got: Dewleta Îranê do heyama zêde ji du sal û nîvan zexta kêmdîtî û cenga giştalî kariye ku bi kêmkirina berbiçav a palpiştiya bi derhata petrolê, welêt bi rê ve bibe û ji billî dabînkirina hewcetiyên bingehîn jibo gel û destpêkirina xebata projeyên mezin di beşên cûrbecûr ên welêt da, derfirotina ji bilî petrolê bidomîne û rê li ber betalbûna berhemanînê û zêdebûna rêjeya bêkariyê bigire.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser ziyanên giran ên belavbûna Nexweşiya Koronayê li aboriya cîhanê û heta welatên pêşketî û hêzxurt û got: Berhevdanîna berhemanînê li Îranê digel daketina rêjeya berhemanîna ne-xalis a navxweyî li welatên din ku li Ewropayê sedî 10 û li Amerîkayê sedî 30ê kêm bûye, bi başî nîşan dide ku di vê pandemiya cîhanî da, abora Îranê zêdetir li ber xwe daye.

 

 

Serepeyv