Tebax 03, 2020 15:38 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 270 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku heya niha zêde ji 312 hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketine û 270 hezar û 228 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro duşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 598 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û 304 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 312 hezar û 35 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 215 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 17 hezar û 405 kesan.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 18 milyon û 260 kesan derbas bûye ku ji wan derdora 695 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji  11 milyon û 460  hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv