Tebax 02, 2020 21:05 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Îranê di warê bêencamkirina komploya dijminan de serketî bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi diyarkirina derfet û astengiyên aborî li Îranê got: Îranê di du salên derbasbûyî de serkevtinên mezin di warê bêencamkirina komploya dijminan de bi dest xistine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li rûniştina Erkana Hevahengiya Aborî ya dewletê got: Rastiyên aborî yên welêt nîşan didin ku bi saya bikaranîna şiyan û zirûfên aborî û hevahengiya di navbera erkanên welêt û hevfikrî û hevgirtina di warê birêvebirin û cihanîna bernamên hevdeng de emê ji tengasiyên bêmînak yên ji ber zextên herî zêde yên dijminan derbas bibin û li vî cenga aborî serkevin.

Ruhanî bal kişand ser nexşe-riya amadebûyî ji bo abora giştalî li welêt û got: Hedefa sereke ya dijminan di warê sepandina cenga aborî de çêkirina şeperzetî û bêbernametiyê di mijara birêveberiya welêt de ye.

Ruhanî got: Dijmin hêvîdar bûn ku piştî pandemiya Koronayê û astengiyên ji ber ambargoyên nemirovane , abora welêt tûşî alozî û tevlîheviyên giran werin ku kontrola wê bitûm ji destê me derkeve û bikeve talukeyê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser serketinên dezgehên birêvebirinê yên welêt di warê meaşa xelkkê, bazara sermayê û perê biyanî, dabînkirina perê xelkê û dayîna deyn û hêsankariyan ji bo karsaziyên curbicur bona pêşxistina berhemanînê de tevî gişt zext û zorên dijminan û got: Ev pêngavên hanê di encama xebatên şev û rojê ji bo siyasetguzarî, birêveberiya erkanî û  beşî, hevrêtiya gel û têkoşana erênî ya xebatkarên warê aborî pêk hatiye.

Di Rûniştina Erkana Hevahengiya Aborî ya dewleta Îranê de, nexşe-riya birêveberiya aborî ya heraliye welêt li 26 babet û bingehan hat raberkirin û hilkolandin. 

Serepeyv