Heta îro 30ê Tîrmehê; Zêde ji 261 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 301 hezar û 530 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 261 hezar û 200 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2621 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 301 hezar û 530 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 226 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 16 hezar û 569 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 17 miliyon û 200 hezar kesî.
Ji vê hejmarê 670 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 10 miliyon û 723 hezar kes jî baş bûne.